Endamên parlamana Ewropî: Tişta Tirkiyê dike hişê mirov qebûl nake

Endamên di Parlamana Ewropî de kiryarên dewleta Tirk ên li dijî HDP’ê û alîgirên wê şermezar kirin û hat gotin ku tişta Tirkiyê dike hişê mirov qebûl nake.

Serokê Koma Sosyalîstan û Demokratan a Meclisa Parlementeran a Ewropayê daxuyaniyek da û wiha got:

“Mirov ji bo parastina Kobanê ya di bin êrîşên terorîstên DAIŞ’ê de çalakiyan dikin, piştî 6 salan tên binçavkirin.

Hincet jî, ji ber ku dewleta Tirk û Erdogan protesto kirine.

Ev jî hişê mirov qebûl nake.”

Endama Parlamana Ewropî Katî Pîrî jî bang kir ku divê bilez yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binçavkirin bên berdan.

Raportorê Parlamana Ewropî yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor jî got ku ji oparasyonên hatin kirin bi fikar in.

Nacho Sanchez diyar kir ku ger li şûna hevşaredarê Qerse yê hatî girtin Ayhan Bîlgen qeyûmek were erkdarkirin û ev êrîek li dijî vîna gel be.

Back to top button