“Hîna pêvajoya nîqaşkirina Rêveberiyê bidawî nebûye”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku xebatên Yekîtiya Kurd didomin û pêvajoya sêyem mijara ewlehî û leşkerî ye.
Xelîl da zanîn ku Erdogan dîsa hewl dide êriş bike û herêmê dagir bike, divê gel amade be.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê xebatên yekîtiya Kurdî de nirxandin kir û diyar kir ku lêvegera Kurd a bilind wê nûnertiya Kurdan bike.

Xelîl got:

Ji bo hilbijaratinan ENKS’ê bi rêjeya ji sedî 10 û PYNK`ê jî heman wê navan pêşkêş bikin.

Bi vî awayî dê rêjeya lêvegerê ji sedî sed be.

16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNK`ê diyar dike û 4 din jî ENKS`ê diyar dike.

Em hewl didin beriya hilbijartinan ENKS tev li rêveberiyê bikin, ji ber ku ENKS’ê ne amade ye.

PYNK’yê jî amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS’ê re parve bike.”

Xelîl da zanîn ku hîna pêvajoya nîqaşkirina rêveberiyê bi dawî nebûye û pêvajoya sêyem mijara ewlehî û leşkerî ye, lê ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebe ji bo ku kêmasî çênebin.

Aldar Xelîl: Serdana Jeffrey ji herêmê re sembolîk bû

Aldar Xelîl serdana Jemes Jeffrey ji herêmê re sembolîk bû bi nav û anî ziman ku, serdana Jeffrey peyameke ji bo domandina piştgiriyê bû peyamek siyasî ji Rûsiya, Tirkiye, û Hikumeta Şamê bû.

Aldar Xelîl: Divê em xwe ji êrîşên dewleta Tirk re amade bikin

Derbarê ji nû ve destpêkirina êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê de, Xelîl ev peyam da gel:

“Divê em xwe ji tiştên di rojên pêş de biqewimin amade bikin û mirovên me hay ji xwe hebin, ji ber ku em dizanin ku Erdogan dîsa hewl dide êriş bike û herêmê dagir bike.

Divê em baş zanibin ku Erdogan cîranê me ye û em nikarin ji bo her daxuyaniyê pişta xwe bidinê.”

Aldar Xelîl: Divê hevdîtinên ENKS’ê ne li dijî destketiyên gelê Kurd be

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê anî ziman ku ENKS hîna têkiliya wê opozisyona Sûrî û Tirkiyê heye.

Aldar Xelîl hêvî kir ku civînên ENKS’ê yên li Stenbolê ne li dijî gelê Kurd be û hevdîtin li ser hesabê destkeftiyên gelê Kurd be, lê bawer nakin ku helwesta Tirkiyê li hemberî gelê Kurd erênî be.

Aldar Xelîl: Di dema niha de ti diyalogê me bi hikumeta Şamê re tine ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê di dawiyê de destnîşan kir ku ew hewl didin aloziya sûriyê çareser bikin lê di vê demê de ti diyalog û civîn bi hikumeta Şamê re tinene..

Back to top button