Mihemed Ebas: PDK li ser sînor bi avakirina baregehan gefê li yekitiya kurd dixwe

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas destnîşan kir ku tevgera PDK’ê li ser sînor gefê li hewldanên yekitiya kurd dixwe.

Ebas diyar kir ku tiliya Erdogan di her tevgereke PDK’ê de heye û got divê PDK hevkariya xwe ya bi Erdogan re bi dawî bike.

Di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên yekîtiya Kurd tên meşandin, tevgera leşkerî ya PDK’ê li ser sînorê Rojava- Başûrê Kurdistanê zêde bûye.

Li dijî vê yekê nerazîbûn jî zêde dibin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê (PKNK) Mihemed Ebas tevgera leşkerî ya PDK’ê bi serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyê girêda û got:

“Di navbera Erdogan û PDK’ê de têkiliyên xurt hene.”

Ebas destnîşan kir ku mafê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk heye ku şandeyekê ava bike ku bi PDK’ê re li ser vê mijarê nîqaş bike.

Mihemed Ebas diyar kir ku bicihkirina hêzê li ser sînor pêwîstiya wê bi lêkolîn û erêkirina herdu aliyan heye.

Mihemed Ebas: Divê PDK hevkariya xwe bi Erdogan re bi dawî bike

Mihemed Ebas anî ziman ku ew van nêzîkatiyên PDK’ê qebûl nakin, divê PDK ji van nêzîkatiyên ku xizmeta doza kurd nake dûr bikeve.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas destnîşan kir ku avakirina baregehan li xeta sînorê Başûr- Rojavayê Kurdistanê gefan li hewldanên yekitiya kurd dixwe, divê PDK hevkariya xwe ya bi Erdogan re bi dawî bike.

Back to top button