Li Nîjerya 15 Polîs û leşker di kemîneke çeteyan de hatin kuştin

Çeteyên girêdayî DAIŞ’ê duh 15 leşker û endamên ewlekariyê li bakurê Nîjeryayê kuştin.

Li gorî agahiyan, karwanê rêveberê wîlayeta Borno Babaxna Omara Zolom di kemînekê de ji aliyê hin çeteyan ve hat armanckirin.

Di encamê de, 15 leşker hatin kuştin, lê tiştek bi Babaxna nehat.

Rêveberê Borno Zolom ji bo vegera koçberên ku sala 2014’an ji ber terorîstan reviyabûn, serdana Baxtayê kiribû.

Back to top button