Kongra Star: Pêwîste her kes li derdora xeta HDP’ê bibe yek

Koordînasyona Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûriyê bertek li dijî oparasyonên qirkirina siyasî ya Faşîzma AKP’ê, ku li hember HDP’ê dayî despêkirin nîşan da. Kongra Star diyar kir ku pêwîst e her kes li derdora xeta HDP’ê bibe yek.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsineke têkildarî çalakiyên Kobanê de, duh li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan da.

Koordînasyona Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke nivîskî girtina HDP’îyan şermezar kir.

Kongra Star destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo ku vîna kurdan a azad têk bibe her cure êrîşan pêk tînin û bi vê yekê jî hewil didin temenê xwe yê desthilatdariyê dirêjtir bikin û hat gotin, li beramber vê li her beşên Kurdistanê Kurd di nav berxwedanê de ne.

Kongra Star îşaret bi berxwedana Kobanê ya sedsalê kir ku û diyar kir ku pêla êrîşa duh li ser HDP’ê hatî destpêkirin, ji hêrsa rejîma faşîst a binketina DAIŞ’ê ya li bajarê Kobanê tê.

KordînasyonaKongra Star, da zanîn ku ji her demê bêhtir di serî de Gelê Kurd, pêwîst e hemû kesên muxalîf ên li Tirkiyê li derdora xeta HDP’ê ya azadî û demokrasiyê bibin yek û HDP’ê bi tenê nehêlin.

Kongra Star: Çawa di pêşengtiya jin de DAIŞ têk çû, wê faşîzma AKP’ê jî têk biçe

Koordînasyonê teqez kir ku çawa bi rihê Arîn Mîrkan di pêşengiya jinên berxwedêr de DAIŞ têk çû, wê bi heman ruhî rejîma qirker a AKP-MHP’ê jî têk bibin.

Koordînasyona Kongra Star bang li tevahî gelê Kurd û hêzên azadîxwaz kir ku li dijî vê zilmê serî hildin û xwedî helwest bin.

Back to top button