Hikûmeta Ûkrayna ragihand ku 22 kes di encama rûxîna balafireke leşkerî de jiyana xwe ji dest da û 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Li groî daxuyaniya hêzên asmanî yên Ûkraynayê, ev balafir duh nêzî bajarê Harkîv di dema danînê de rûxiya û şewitî.
Balafira Antonov An-26 a rûxiyayî, taxim û 28 xwendekarên zanîngeha Xarkov a leşkerî hildigirtin.