Almanya li ser navê 47 dewletan daxuyaniyek rakir NY

Hikûmeta Almanî der barê binpêkirinên Îranê yên mafên mirovan de, daxuyaniyek li ser navê 47 dewletan rakir Meclisa Mafên Mirovan a NY.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê binpêkirinên maf û azadiya Îraniyan didomîne.

Her wiha daxuyaniyê bal kêşa ser raporên belgekirî yên li ser girtin, dadgehkirin û êşkencekirina sivîlan ku metirsiyeke mezin çêkiriye.

Wezareta Karên Derve ya Fransî binpêkirinên dermirovî yên li Îranê şermezar kirine û di vê derbarê de, şandiye dû balyozê Îranî yê li Parîsê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî agahî û raporên belgekirî jî, ev daxuyanî red kir.

Back to top button