Qonaxa duyemîn a pêşbirka “Nivîskarê Paşerojê” ya zarokan bi dawî bû

Qonaxa duyemîn ji pêşbirka “Nivîskarê Paşerojê” ya zarokan bi tevlîbûna 51 zarokî bi dawî bû.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendinê, di 15 Îlonê de dest bi qonaxa yekemîn a pêşbirkê kir.

Pêşbirk li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Duh jî ezmûna qonaxa duyemîn ji pêşbirkê bi awayekî nivîskî bi dawî bû.

Piştre wê komîteya amadekar nivîs û rêbazê nivîsandinê binirxînin, da ku pêşbirk derbasî qonaxa xwe ya 3’yemîn bibe.

Di qoaxa sêyemîn de, wê ji zarokan were xwestin ku nivîsekê ji berhemên xwe binivîsînin û li pêş komîteyê bixwînin da ku zarokên serkeftî werin diyarkirin.

Tê payîn ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê, bi awayekî asayî, her sal di Hezîranê de were lidarxistin.

Back to top button