
Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê piştgirî da pêngava KCK’ê ya bi dirûşmeya: ”Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” û li dijî destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk daxwaza yekrêzî û aramiya navxweyî kir.
Nûnera Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê Awat Husamedîn got:
“Dewleta Tirk ji bo gihîştina armancên xwe xaka me dagir dike û hewl dide vîna gelê kurd têk bibe.
Lê gelê Kurd bi hêz û yekgirtina xwe li dijî destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk radiweste.
Awat Husamedîn teqez kir ku ew destdirêjî û dagirkeriya li ser xaka xwe bi ti awayî qebûl nakin. Lewra zeredeşî wê bi xurtî tevlî pêngavê bibin.
Esrewan Îsam Nurhan ku esrewanê Zerdeştiyên Rojvayê Kurdistanê ye jî got:
Li dijî zilm û dagirkeriyê bila gelê kurd yekdeng be.
Her wiha ji raya giştî ya navneteweyî jî dixwazim ku dagirkeriyê li dijî Kurdistanê rawestîne.