Li dijî terora li ser HDP’ê li bakurê Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn

Gelek sazî û dezgehên li bakurê Kurdistanê, oprasyona li dijî HDP’ê wek “êrişên tolhildanê” yên AKP’ê nirxandin û gotin: Em ê li dijî van operasyonên sexte hin bêtir bi hêz bibin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh di operasyona li 7 bajaran hevşaredar, rêveber û endamên HDP’ê yên niha û berê jî di navê de 82 kes hatin binçavkirin.

AMED

Bertekên li dijî binçavkirina rêveberên HDP’ê û peyamên piştevaniya bo HDP’ê berdewam dikin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirin şermezar kir.

Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû diyar kir ku AKP bi van zext û fişarên xwe dixwaze tolê ji HDP’ê hilîne û wê ev êriş nikaribin HDP’ê lawaz û bêzar bikin.

Kaydû anî ziman ku beriya niha bi demekê HDP’ê di Deklerasyona Aştiyê de bersiva li dijî van êrişan dabû û got:

“Wê ev operasyonên sexte nikaribin me ji biryara me paş ve bidin, em hin bêtir bi hêz dibin.”

MÊRDÎN

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û operasyon şermezar kirin.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê y Nisêbînê Hêvîdar Dînç daxuyanî da û da zanîn ku ev operasyon dewama operasyonên serdemên berê ne û ew ê li dijî faşîzmê bêrawestan têbikoşin.

ŞIRNEX

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya Şirnexê jî li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û binçavkirina HDP’iyan protesto kirin.

Gelek jin û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya ku li ser navê Tevgerê hate dayîn de hate gotin, ew ê li dijî van operasyonên qirkirina siyasî paş ve gav neavêjin û her dem têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê jinan kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşm berz kirin.

WAN

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir.

KESK’ê diyar kir ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya wan nemaye û banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan kir û tê xwestin HDP’ê krîmînalîze bikin.

QERS

Navnîşanek din ya çalakiyan Qers bû.

Li Qersê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin.

Di çalakiyê de peyamên piştevaniya ji bo hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen dan.

Parêzerên bi Hevşaredar Ayhan Bîlgen re hevdîtin kirin jî diyar kirin ku Bîlgen bi moral e, silavên wî ji bo gelê Qersê heye.

Back to top button