Mistefa Edîb erka xwe ya sazkirina hikûmeta nû pêk neanî û istîfaya xwe da

Serokwezîrê Lubnanê yê erkdarkirî Mistefa Edîb erka sazkirina hikûmeta nû pêk neanî û xwe vekişand.

Mistefa Edîb bi daxuyaniyekê li pêşiya rojnamevanan lêborîna xwe ji ber nesazkirina hikûmeta Lubnanê ya nû xwest.

Mistefa Edîb piştî civîna wî ya 6’ê li gel serokê Lubnanê Mîşel Ewn biryara xwevekişandina ji sazkirina hikûmetê da wiha got;

“Ji min ve xuya bû ku lihevkirin di navbera aliyên Lubnanî de nema çêdibe.”

Yek ji astengiyên li pêş sazkirina hikûmeta nû ya Lubnanê, daxwaza her du aliyên Şiî bûn.

Huzbullah û Tevgera Emel xwestin ku ew wezîrên Şiî û bi taybet wezareta darayî hilbijêrin.

Serokwezîrê erkdarkirî dixwest li gorî Insiyatîfa Fransa hikûmetekê ji pisporan dûrî partiyên siyasî ava bike.

Mistefa Edîb 31’ê Tebaxê ji aliyê serok-komarê Lubnanê ve hat erkdarkirin.

Piştî istîfaya Edîb, Fransa da zanîn ku ew têkçûn e lê belê ew ê hewldanên xwe dewam bikin.

Serokwezîrê berê yê Lubnanê Sed El-Herîrî jî got ku yên çepik ji biryara istîfayê re dane, wê poşman bibin.

 

 

Back to top button