ÇALAKGER MUSTEFA TUZKAN: EZ Ê TA DAWIYÊ ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Gereva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasbourgê yê Fransayê derbasî roja 49’an bû.

Yuksel piştî rakirina nexweşxaneyê car din vegeriya cihê çalakiyê.

Çalakiya Mustefa Tuzkan a li Dûîsbûrgê yê Fransayê jî roja 22′ an de didome.

Tuzkan got:

Yekane hêza ku dikare tecrîda 20 salan rake, îradeya me ye.

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê roja 49’an de ye.

Dr. Fahrettîn Gulşen ku rojane tenduristiya çalakgeran kontrol dike li ser rewşa Yuksel Koç û hevalên wî agahî dan.

Gulşen got:

Ji roja 46’an û pê ve pirsgirêkên dil û sîstema hezmkirinê li bedena Koç hatin tesbîtkirin.

Duh jî êşa zik a giran, êşa dil, gêjbûn û pirsgirêkên konsantrasyonê pê re çêbûn.

Bedena Koç de xwîn bi têrkerî paqij nabe, ji lewre bêhal dibe, serî lê diêşe û êşên cuda pê re çêdibin.

Nikare mirovên tên serlêdanê pêşwazî bike.

Tenê çend kes ji malbatê di demek kurt de dikarin bê serdana Koç bikin.

Dr. Fehretin anî ziman, tevî herî kêlî tenduristiya çalakgeran giran dibe, lê dîsa moralên wan xurt e.

Pirsgirêkên oksîtbûna kezebê jî bandor li organan hemuyan kirine.

ÇALAKGER MUSTEFA TUZKAN: EZ Ê TA DAWIYÊ ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Bi heman armancê çalakiya Mustefa Tuzkan a li bajarê Dûîsbûrgê yê Fransayê jî roja 22’an de ye.

Tuzkan têkildarî çalakiya xwe axivî û got;

Em ê jiyaneke bê Rêbertî tu carî qebûl nekin, heta tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Heta ku Rêberê me tecrîdkirî be, gelê Kurd jî wê tecrîdkirî be.

Yekane hêza ku dikare tecrîda 20 salan rake, îradeya me ye.

Çawa Mandela serbest bû û gel xwedî lê derket, divê em jî xwedî li Rêberê xwe derkevin û têkikoşin.

Yûsif Îba ku ji bo tecrîda li ser Ocalan li Torontoyê yê Kanadayê di gereva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye, rakirin nexweşxanê,

lê Îba tedawî qebûl nekir û greva birçîbûnê didomîne. Îba got:

Heta encamekê bistînin e mê çalakiyê bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button