Terora dewleta Tirk li dijî Kurdan û HDP’ê

Desthilata faşîst ya AKP’ê ya ku li ber ketinê ye, ji bo temenê xwe dirêj bike berê êrîşên xwe daye ser Kurdan û HDP’ê.

Her carê bi hêncetên cuda operasyonên qirkirina siyasî pêk tîne û kesên pêşengên civakê binçav dike û digire.
Duh jî piştî 6 salan bi hênceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an yên ji bo piştigiriya Kobanê 82 siyasetmedar, rêveber û endamên HDP’ê binçav kir.

Derbarê pêvajoya berxwedana Kobanê de li bakur rewşek çawa derket holê, dosyayek me heye.

Neketina Kobanê ji bo dewleta tirk bû kul û derdek bêderman.

Dewleta tirk ev 6 salin hewl dide heyfa têkçûyîna xwe û DAIŞ’ê ji gelê Kurd hilîne.

Dewleta tirk, duh jî, piştî şeş salan bi hinceta serhildanên Kobanê yên 6 û 8’ê cotmeha 2014’an operesyonek dijî Partiya Gelan a Demokratîk pêk anî.

Di vê operasyonê de, parlamenterên berê, hevşaredar û endamên HDP’ê jî di nav de 82 kes hatin binçav kirin.

Beriya niha jî hevserokên HDP’ê Selahedîn Demirtaş û Figeh Yûksekdag jî di nav de bi sedan HDP’yî bi hinceta serhildanên ji bo Kobanê hatibûn girtin.

Dema 15’ê îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Kobanê, gelê Bakûrê Kurdistanê jî pêl bi pêl berê xwe dan sînorê Kobanê û dest bi çalakiyên nobetê kirin.

1’ê cotmeha 2014’an hejmarek çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Tirkiyê derbas bûn û dest bi êrîşên Kobanê kirin.

Ev yek li ser weşanên zindî belav bû û hêrsa gel zêde kir.

2’yê cotmehê li Amedê çalakiyên mezin destpê kirin.

Heman rojê, Rêberê Abdullah Ocalan banga xwedî derketina Kobanê kir û got, “Heke Kobanê bikeve wê demê pêvajoya aştiyê jî namine.”

5’ê Cotmehê, tevahiya Bakûrê Kurdistanê çalakiyan destpê kir.

6’ê Cotmehê, Rêberê Ocalan carek din banga xwedî derketina Kobanê kir.

Heman rojê, HDP’ê banga piştgiriya çalakiyên Kobanê kir.

7’ê Cotmehê serokê AKP’ê Erdogan, çû Dîlokê û li ser sînor dilê xwe xweş kir û got, “Kobanê ber ketinê ye.”

Gotinên Erdogan, agirê serhilanan gur kir û çalakî belavî hemû bajarên Bakûr û Tirkiyê bûn.

Dewleta tirk li gelek bajarên Bakûr rewşa awarte îlan kir, artêş û tankên xwe daxistin bajaran.

8’ê Cotmehê, Rêber Ocalan banga aramiyê kir.

11’ê Cotmehê, Erdogan, gef li siyasetmedarên Kurd xwar û got, “Emê hesab bipirsin.”

Di serhildanên Kobanê de 42 kes jê welatparêz bi giştî 53 kesan jiyana xwe ji dest da.

199 ji wan zarok hezar 213 kes hatin binçav kirin û 183 kes hatin girtin.

Di pêlên piştre yên binçav kirin û girtinan de jî sedan kes hatin girtin.

Ev serhildan û berxwedan bûn sedemek ku Kobanê serbikeve.

Piştî vê serhildanê dewleta tirk 30’ê cotmeha 2014’an civîna konseya ewlekariyê lidar xist û dijî gelê Kurd û dostên wan pîlana çonkdanînê û têkbirinê xist meriyetê.

Ev şeş salin ev plan li Bakûr, li Rojava û li Başûr di meriyetê de ye.

Gelê kurd jî li dijî van êrîş û planên têkbirinê serê xwe natewîne û berxwedana xwe didomîne.

Back to top button