39 rewşên nû û mirina 2 kesên din hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 7 kesên din ji Coronayê baş bûne.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 39 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

Ew jî;

  • 17 li Hesekê
  • 9 li Qamşlo
  • 4 li Girkê Legê
  • 3 li Dêrikê
  • 2 li Çil Axa û 2  li Tirpêsbiyê
  • 1 li Til Temir û 1 li Rimêlan

Desteyê diyar kir ku, 7 kesên din ji Coronayê rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1398’an, 397’an ji wan baş bûne û 61’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button