Civînên li Mexribê ji ber sedemine lojistîk hatin bipaşxistin

Civînên aliyên Lîbî li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê, ku biryar bû îro bihatana lidarxistin, ji ber sedemine lojistîk, hatin bipaşxistin.
Artêşa niştimanî jî teqez kir ku divê hemû peymanên leşkerî yên bi dewleta Tirk re, werin betalkirin.
Her wiha NY banga derxistina hemû çete û hêzên biyanî di nava 90 rojî de, ji xaka Lîbyayê kir.

Di demekê de ku aliyên Lîbî, amadekariya lidarxistina danûstandinên Lîbî-Lîbî li bajarê Xerdeqa yê Misirê, di navbera artêşa niştimanî û hikumeta Wîfaqê de dikin, çavkaniyên nêzî Parlemana Lîbî eşkere kir ku civînên dê îro li bajarê Bûzenîqa yê Mexribê hatibana lidarxistin, ji ber sedemine lojistîk, hatin bipaşxistin.

Li gorî çavkaniyan, gengaz e ev civîn di herdu rojên bên de werin lidarxistin.

Li aliyekî din, çavkaniyan diyar kir ku di civînên li Misirê de jî wê damezrandina 2 komîteyên leşkerî ji rojhilat û rojavayê Lîbyayê, ji bo avakirina hêzekê ku parastina bajarê Sirtê bike, werin nîqaşkirin.

Artêşa niştimanî û hikumeta Wîfaqê beriya niha li hev kiribû ku bajarê Sirtê bibe navendeke demkî ji bo desthilatdariya nû û hemû hêz ji bajêr vekişin, her wiha wê agirbesteke giştî were ragihandin.

Artêşa niştimanî teqez kir ku divê hemû peymanên leşkerî bi Tirkiyê re werin betalkirin.

Şandera NY banga derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

Di heman çarçoveyê de, şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku, ji bo pêşketin pêvajoya siyasî, divê hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê werin derxistin.

Williams, bang li aliyên Lîbî kir, ku bajarê Sirtê û herêma derdora wê biparêzin û di nava 90 rojî de, hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê derxînin.

Destnîşankirina şanderekî nû yê NY bi ser neket

Girêdayî heman mijarê, çend dewletên Afrîkî, destnîşankirina Nîkolay Miladînov weke şanderê NY bo Lîbyayê red kir.

Dîplomatekî NY yê Afrîkayê diyar kir ku ew ne li dijî kesekî ne, lê ew dixwazin kesekî Afrîkî ji bo vê yekê were destnîşankirin.

Back to top button