HDP’Ê WÊ JI BO ŞAREDARIYA BAJARÊ STENBOLÊ NAMZETÊN XWE DIYAR BIKE

Hilbijartina herêmî li Tirkiyê wê di 31’ê Adarê de li dar bikevin ji bo wê jî ji niha ve HDP’ê dest bi kar û xebatê kiriye.

HDP’ê wê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li 6 navçeyan namzetê xwe diyar bike.

Namzetê HDP’ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen derbarê xebatê wan yê hilbijartinê de axivî û got:

Civaka Tirkiyê daxwaza guhertinê dike.

HDP’ê jî wê bi fedakariyê hewl dide bersivê bide vê daxwaza civakî.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo demokrasî û edaleta wekhev ava bibe li Tikiyê di nava xebatên hilbijartina herêmî de Ye.

Partiyê di dawiya hefteyê de li navenda giştî ya HDP’ê civîn pêk anîn.

Piştî civinan hat diyarkirin ku li Dîlok, Riha, Edene, Enqere, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê namzetan ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin nîşan nade.

HDP’ê diyar kir ku dê li 6 naçeyên Stenbolê namzetan diyar bike û li gorî vê yekê dê bi CHP’ê re hevdîtinan bike.

Rêxistina HDP’ê li navçeya Bag cilarê ku girseya wê pir zede ye, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya namzet nîşan da.

BÎLGEN: HDP’Ê JI BO DAXWAZÊN CIVAKÊ WÊ FEDEKARIYEKE MEZIN BIKE

Di heman çarçoveyê de Namzetê HDP’ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen ji Ajansa Firatê re axivî û got:

Hilbijartin wê ji bo me girîng be û encama wê jî wê bandorê li çarenûsa Tirkiyê bike.

Bi vê bîr û baweriyê em ê tevbigerin.

Lê em ê ti carî bi mejiyê partiyên sîstemê tevnegerin.

Hilbijartina Herêmî ne di atmosfereke ji rêzê û demokratîk de pêk tê.

Bîlgen li ser biryara HDP’ê ya ji bo nîşannedana namzetan ji bo Stenbol, Îzmîr û Edeneyê nirxand û destnîşan kir, xala bingehîn a siyasetê ne partî, lê civak e.

LI ŞIRNEX Û SILOPÎ XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIDOMIN

Her wiha xebatên hilbijarinê li Silopî, Şirnex jî didome.

Suleyman Şav lûk ê HDP’yî ku ji bo Silopiyayê bûye namzet, diyar kir ku ew ê saziyên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin yek bi yek vekin û hîn xurtir bikin.

Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk jî got,

Ji bo Şirnex ji zalim û kiryarên wan bê paqijkirin gelê Şirnexê wê biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide.

Leave a Reply

Back to top button