Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Kurd tenê mafê xwe yê rewa dixwazin

7 Partiyên Tifaqa Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, li Tirkiyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser muxalefetê bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind û wiha hat gotin,

“Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Lê, êdî raya giştî ya demokrat a li Tirkiyeyê û piraniya Kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye û fersenda yekem de wê li gorî wê tevbigerin.
Guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigihêjin mafên xwe yên rewa.
Dîrok şahid e û cihan pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewe/gelên din nekiriye û wê neke jî. Di pêvajoyên wiha girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd divê pirtir derbikeve pêş.
Em weke hêz û partiyên Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin.”

Partiyan bang li hikûmeta Tirk kirin ku berê xwe bide çareseriya aştiyane.

Back to top button