Dibistanên Hesekê yên ku koçber lêbûn, careke din şagirt pêşwazî kirin

Li Hesekê jî şagirt îro çûn dibistanên xwe. Dibistanên ku koçber lê diman hatin valakirin û pêşwaziya şagirtan li wan hat kirin. Niha li kantona Hesekê hezar û 25 dibistan hatin vekirin û 76 hezar û 906 xwendekar pêşwazî kirin.

Mîna hemû bajaran li bajarê Hesekê jî îro deriyê dibistnan li pêşiya şagirtan hat vekirin.

Weke tê zanîn koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bibûn di dibistanên bajar de diman.

Rêveberiya Xweser jî ji bo sala xwendinê ya îsal neçar ma ku kampekê nû ava bike û koçberên di dibistanan de lê bi cih bike.

Ji bo jî komîteyek ji bo veguhestina koçberan ji kampê re hat ava kirin.

Heta niha 20 dibistan hatin vala kirin û îro şagirtan dest bi sala xwendinê ya 2020 û 2021’an lê kirin.

Piştî valakirina wan dibistanan îro li kantona Hesekê hezar û 25 dibistanên hatin vekirin.

Wan dibistanan 76 hezar û 906 xwendekar pêşwazî kirin.

Lê heta niha jî li navçeya Til Temirê koçber di 13 dibistanan de hene û ew jî wê di demekê nêz de werin valakirin.

Dîmenên zarokên li ser ekranê jî yên şagirtên dibistanên Hesekê ne.

Weke ku di dîmenan de xuya dike zarok bi vekirina dibistanên wan re gelekî kêfxweşin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji bo parastina zarokan ji vîrûsa Coronayê li hemû dibistanên bakur û rojhilatê Sûrî tedbîr hatine girtin.

Back to top button