Çeteyên Erdogan yên birîndar ji Azerbeycanê hewar dikin

Belê bînerên hêja, em bi aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê dewam bikin. Dewleta tirk ev demek bû ji xwe amadekariya derketina şereke navbera aliyan de dikir.

Ji bo vê yekê jî bi sedam çete şande, Azerbeycanê. Herî dawî 50 çeteyên ku anîbûn Efrînê şandin Azerbeycanê. Di dîmenek ku li ser malperên civakî belavbûyî de, çeteyek ku di encama êrîşa Ermenîstanê de birîndar bûyî hewar dike û dibêje kesk neyên û li vir şer nekin.

Ev yek ji hewara wan çeteyên ku dewleta tirk di demên dawiyê de, ji Efrînê şandî Azerbeycanê da ku li dijî Ermenîstanê şer biki ne.

Wê betayê careke din li vir dubare bike

Ev çete bi êş û hewara xwe bang li çeteyên din dike ku neçin Azerbeycanê û şer nekin.

Dewleta tirk dagirker ku xaka Sûriyê dagirkiriye, bi komî çeteyên xwe li welatên rojhilata navîn û welatên cîran belav kiriye.

Herî dawî sibeha 22’ê Îlonê 50 çete ji Efrîn a dagirkerî şandibû Azerbaycanê.

Her wiha ji bo hin komên din jî bişîne ketibû nava liv û tevgerê.

Çavkaniyên xwechî radigihînin ku heta niha bi sedan çete ber bi Azerbaycanê ve hatin şandin.

Di navbera salên 1915-1916’an de 1.5 milyon Ermen ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ya wê demê ve hatibûn qirkirin.

Dewleta Tirk hîn jî qirkirinê înkar dike.

Ya diyar ewe ku dewleta tirk niha ji bo qirkirinek nû ya Ermenan, planên berfireh dike û dixwaze vê yekê jî bi destê Azerbeycan û çeteyên xwe bide kirin.

dimenê çeteyan a dema dişînin Lîbya… dema balefirê de

Ne tenê ev.

Niha li rojhilata navîn ku cihê alozî heyî, destê dewleta tirkiyê derdikeve.

Ev yek ji di şandina çeteyan a ji bo Sûrî, Lîbya, Yemen, Malî û gelek welatên din de jî xuya dike.

Back to top button