Rewşa Osman Şiban ê ku ji helîkopterê hat avêtin hê baş nebûye

Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve hatibû binçavkirin û avêtina wî ya ji helîkopterê hatibû belgekirin got, derbarê wê rojê de tu tişt nayê bîra min.”

Osman Şiban ku di 11’ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê bi Servet Tûrgût re hatibû binçavkirin û hatibû belgekirin ku bi Tûrgût re ji helîkopterê hatiye avêtin, li mala xwe ya Mersînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Şiban, diyar kir ku derbarê roja binçavkirina wan tu tişt nayê bîra wî û ev tiş got:

“Hê baş nehatime ser hişê xwe.

Laşê min dêşê.

Saet radibim û saetek jî dikevim.

Derbarê wê rojê de tu tişt nayê bîra min.”

Back to top button