Li Herêma başûrê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Lê mamosteyên Parêzgeha Silêmaniyê, Helepce, Germiyan û Raperin ji ber komkirina muçeyan û dereng-ketinê boykot kirin.
Li ber Perwerdeya Rojava ya bajarê Silêmaniyê, li ber Fulkeya Omer Xawer a Helebce, li ber Perwerdeya Ranya û Parka Leyla Qasim a navçeya Kelar a Germiyan xwepêşandana mamosta û karmanedan dewam dike.
Di xwepêşandan de mamosta û karmend daxwaza mafên xwe dikin.
Dixwazin mûçe bêyî ku were kêmkirin di dema xwe de were dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku mamosta û karmendan heta 10’ê Cotmehê dem da hikûmetê, egerheta wê demê bersiva daxwazên wan neyê dayîn, wê çalakiyên xwe berdewam bikin.