Şehîd Rustem Cûdê li Dirbêsiyê hat bîranîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Rustem Cûdî di salvegera şehadeta xwe ya 9. de li Dirbêsiyê hat bîranîn.

Ji bo salvegera şehadeta Rustem Cûdî û hin şehîdên din ku di dem û li cihên cûda şehîd bûne merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê hat lidarxistin.

Di nav de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim û endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulkerîm Saroxan gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim axivî û hemû cangoriyên azadiyê bîranîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna civakeke azad da.

Enwer Muslim behsa şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmê dimeşîne, kir û banga bilindkirina asta têkoşînê li hember vî şerî kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Back to top button