Şerê Ermenistan û Azerbeycanê..16 kes hatin kuştin û bêhtirî 100 kesî birîndar bûn

Îro yekşemê, di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, li ser herêma Qerebax a bi nakok, careke din şer derket û di encamê de 16 kes hatin kuştin û bêhtirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Ermenistanê ragihand ku wan 2 helîkopterên Azerbeycanê anîn xwarê, her wiha 3 Tankên Azerbeycanê jî rûxandin, lê Azerbeycanê ev nûçe red kirin.

Serokê Azerbeycanê Ilham Elîyêf, rewşa awarte li hin deveran û qedexeya derketinê li bajarên mezin, ragihand.

Elîyêf, bi rêya televizyona fermî axivî û eşkere kir ku di encama topbarana Ermenistanê de, ziyan di nava hêzên Azerî û sivîlên herêmê de çêbûye.

Di demekê de ku civaka navdewletî bang li her du aliyan dike ku nakokiyên xwe bi rengekî aştiyne çareser bikin, dewleta Tirk hewl dide şer gurr bike û bi sedan çete ji bo destekdayîna Azerbeycanê şandine.

Back to top button