Şewatên li wîlaya Amerîkî Kalîforniya bi sedan mal vala kirin.
Şewatek mezin bi bêhtirî 4 hezar û 200 hektar erd li navenda kantona Naba Valî li bakurê Wîlaya Kalîforniyayê ket, tiştê hişt desthilat bi sedan mal û nexweşxane vala bikin.
Li gorî berdevkê birêveberiya daristanan li Kalîforniyayê, heya niha 600 xanî hatine valakirin û her wiha niştecihên hezar û 400 malên din ku ji çi rewşeke awarte re amade bin, hatin hişyarkirin.