Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetan de, 48 kesên din bi coronayê ketin.
Desteyê diyar kir ku kesên pêketî
14 li Hesekê, 3 li Qamişlo,
4 li Girkê Legê, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê,
1 li Dirbêsiyê, 1 li Til Temir, 10 li Kobanê,
8 li Reqa, 1 li Minbic û 1 jî li Tebqa ne.
Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku ji ber vîrûsê, zilamekî ji bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî baş bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara kesên ku bi vîrûsê ketine dibe hezar û 446 kes, ji wan 62 kes mirine û 402 jî baş bûne.