Festîvala Lêlûn a Navnetwî bi xelatkirina fîlmên serkeftî bi dawî bû

​​​​​​​Bi dirûşmeya “Gulek tenê gulistanê çênake” duh Mîhrîcana Lêlûn a Fîlm ya Navneteweyî li Şehbayê ku 7 rojan dewam kir bi eşkerekirina navê fîlmên biserkeftî bi dawî bû. 

Festîvala Lêlûn a Fîlm ya Navneteweyî li Şehbayê, piştî amadekariya 6 mehan, duh bi dawî bû.

Di Festîvalê de, 58 fîlm weke rojên berxwedanê hatin pêşandan.

Mîhrîcan li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê hat lidarxistin.

Di axaftinên roja dawî de, derhênerên ku fîlm li ser azarên gelê Efrînê di kampên koçberiyê de çêkirine û komîteya amadekar a mîhrîcanê hatin spaskirin.

Her wiha hate teqezkirin ku tevî mercên zehmet ku şêniyên Efrînê li kampên koçberiyê derbas dikin, wan dev ji çanda xwe berneda.

Piştre Fîlmên ku di Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî de bi ser ketine, hatin destnîşankirin:

Xelata komîteya biryardayînê ji fîlmê “El-Zemkan” ê derhêner Karim Tajouaout re hat dayîn.

Xelata Animation ji bo fîlmê “Ev alî, ew alî”.

Xelata fîlmê dekomenter ê herî baş ji fîlmê “Zilamê pîr û stranbêj” yê derhênerê Îranî Amir Osnalou.

Xelata Jinê ji bo lîstokvana ku kesayeta Anahîta ya fîlmê “Return” lîstiye, yê derhêner Selman Denîz.

Xelata jinê ya baştirîn derhêneriya fîlmê “Ber bi rojê ve” ji derhêner Zîlan Silêman re.

Xelata kurtefîlmê herî baş ji bo fîlmê “Return” ê derhênerê Kurd Selman Denzî re.

Xelata baştirîn derhênerî ji bo fîlmê “Ji bo azadiyê” yê derhêner Arsîn Çelîk re.

Her wiha 35 xelatên sembolîk ji bo saziyên sivîl ên beşdarî mîhrîcanê bûne, hatin dayîn.

Mîhrîcan, bi hêvîkirina ku 2. Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî li bajarê Efrînê bê lidarxistin û çalakiyên hunerî yên komên Çand û Hunera Efrînê bi dawî bû.

Back to top button