Hikmet Samî Tirk: Operasyona girtina endamên HDP’ê bi fermana Erdogan pêk tê

Wezîrê Dadweriya Tirkiyê yê berê Hikmet Samî Tirk da xuyakirin ku operasyona girtina siyasetmedar û parlamenterên HDP’ê bi fermana desthilata jorîn pêk tê.

Hikmet Samî Tirk diyar kir ku dûrxistin û sirgûnkirina Kurdan ji aliyê desthilata Erdogan ve, pêngaveke çewt e.

Serokê berê yê Sendîkaya Parêzerên Izmîrê Aydin Ozcan jî destnîşan kir ku lêpirsîna piştî 6 salan, gumanan çêdike û got:

“6 salên lêpirsînan, bi tewereya xwezayî ya jiyanê re nagunce.”

Aydin Ozcan hişyar kir ku, eger ev lêpirsîn ji bo çareserkirina hesabên siyasî bin, pêngaveke şaş e, Tirkiye dikare dadgehkirinê bike bêyî ku bikeve bin bandora desthilata siyasî û qurbanên siyasî çêbin.

Îna borî dewleta Tirk biryara girtina 82 parlamenter û siyasetmedarên HDP’ê dabû.

Ev biryar, bi behaneya ku sala 2014’an HDP’ê xwepêşandan ji bo Kobanê bi rê xistibûn, hat dayîn.

Back to top button