Meclisa Jinan a PYD’ê amedakariya kongreya xwe ya 2. dike

Bi dirûşmeya “Bi rêxistinbûn û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke demokratîk mayînde bikin” Meclisa Jinan a PYD’ê amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyemîn dike. 

Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê û endama komîteya amadekar a kongreyê Zehra Semo diyar kir ku armanc ji lidarxistina vê kongerê yekkirina xebatên jinan û avakirina civakeke demokratîk e.

Zehra Semo destnîşan kir ku divê di demên pêş de ew hewl bidin ku
dengê jin û zarokên herêmên dagirkirî bigihînin qadên navneteweyî.

Zehra anî ziman ku ji ber vîrûsa coronayê, wê tenê nûnerên partiyên ji hinek herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê beşdar bibin.

Endama rêveber a Meclisê Zehra Semo da zanîn ku di kongreyê de wê sûcên li dijî jinan û çalakkirina rola jinên siyastmedar were nîqaşkirin û plansaziya xebatên meclisê were danîn.

Back to top button