Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî binçavkirinên siyasetmedarên HDP’ê dewam dikin.
Li Mêrdîn, navçeya Cizîr a Şirnex û Enqerê çalakî hatin lidarxistin.Di çalakiyan de peyama hat dayîn.
Çalakiyên şermezarkirina li dijî operasyona binçavkirinên siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro jî dewam kirin.
Platforma Jinan a Enqerê li avahiya TUMBEL-SEN’ê derbarê binçavkirina de civîna çapemeniyê li dar xist.
Endama platformê Asli Han di daxuyaniyê de axivî û xwest kesên dibin çavan de tavilê bên berdan.
Han, da zanîn ku ev operasyon ne hiqûqiye û wiha got: “Ev operasyon siyasiye.”
Han, anî ziman ku ev binçavkirina bûye rojeveke bingehîn a welat.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî, li ber avahiya partiyê li dijî binçavkirinan daxuyanî da çapemeniyê.
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Parlamenter Tiryakî di daxuyaniyê de axivî û got:
Ev 5 salin êrîşên tol girtinê yên li dijî partiya wan dewam dikin.
Li holê hiqûq tuneye û ne jî pêvajoyekê darizandinê heye.
Lê bila baş bê zanîn ku ewê tu carî bi ser nekevin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşme hatin berzkirin û dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Bi heman armancê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîra Şirnexê jî li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinên HDP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hat xwendin.
Tunç bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî û wiha got:
“Ayhan Bîlgen îradeya gelê Qersê ye û ji xeynî xizmetkirina ji bo gelê Qersê tu sûcê wî tune ye.
Sirri Sûreyya Onder hevalek me ye ku bi beşdarî pêvajoya aştî û muzakereyê bû û beşdarî aştiya vî welatî bû.
Partiya me wê rejîma dewletê hilweşîne.
Piştî daxuyaniyê girse derbasî çalakiya rûnistinê bû.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.