Efrîn..çeteyan li navçeya Mabeta 4 sivîl revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane kirinên hovane li dijî şênî, xweza û dîroka Efrînê pêk tînin.
Çeteyan li navçeya Mabeta 4 sivîl revandin, li navçeya Şerayê jî 500 darên zeytûnê birîn.
Li gel wê şûnwarên dîrokî û gora Mermeron ên li gundê Beradê yê Şêrewayê jî talan kirin.

Li Efrîna dagirkirî, kirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê her roj zêde dibin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûriyê ragihand ku duh çeteyan bi ser hin malên şêniyên navenda navçeya Mabeta girtin û 4 sivîl revandin.

Navên kesên ku hatine revandin weha ne;

Elî Kelko

Henan Bekir

Şikrî Coco

Ferhan Qelender

Çeteyan bi armanca standina fidyeyan her çar sivîl revandin û birin cihekî ne diyar.

Navendê eşker kir ku wan ji destpêka meha Îlonê, navên 70 kesên ku çeteyan ji Efrînê revandine, belge kirine.

Dagirkeran 500 darên zeytûnê birîn

Li aliyê din Talan û wêrana xwaza û dîroka Efrînê didome.

Di vê çarçoveyê de, malpera Afrîn Post birîna 500 darên zeytûnê û bi sedan darên sindiyanê li navçeya Şerayê belge kir.

Malperê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk 300 dar li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê û bi sedan dar jî li gundê Zehrê yê heman navçeyên birîn.

Çeteyan daristanên çiyayê Hawarê şewitandin

Tevî vê jî di 26’ê Îlonê de çeteyan agir bi daristanên çiyayê Hawarê yê Recoyê xistin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku ji çar aliyan ve daristan bi temamî hat şewitandin.

Çete gora Mermeron a pîroz talan dikin

Dijminahiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî dîroka Efrînê jî dewam dike.

Heman rêxistinê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk şûnwarên dîrokî yên li gundê Beradê yê Şêrewa, talan dikin.

Li gundê Beradê li gel şûnwaran, gora Mermeron a pîroz jî li wir e..

Di vî dîmenî de jî xuya dibe ku hem gor û hem jî şûnwarên li gund bi temamî hatine kolandin û talankirin.

Back to top button