Partî û rêxistinên Kurdistanî li Hewlerê piştgirî dan HDP’ê

Partî û aliyên siyasî yên çar parçên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re nîşandan. Partiyan bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk re dayne.

Civîn ku li baregeha Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Hewlêrê pêk hat, gelek hizb, aliyên siyasî û rêxistinên ji har çar parçên Kurdistanê amade bûn.

Piştî civînê li ser navê partî û aliyên siyasî Bêkes Heme Qadir ji çapmeniyê re axivî û got; “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku sinorek li pêş dewleta Tirk dayne da ku pêla girtin û zextên li ser endam û siyasetmedarên HDP’ê rawestîne. Em hemû kiryarên AKP’ê şermezar dikin.”

Piştre Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûr Muzeyen Guneş jî axivî û ji ber piştgiriyê spasiya rêxistinan kir. Muzeyen got: “Dewleta Tirk ji bilî Bakurê Kurdistanê xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye. Lê mixabin tevî ku hêzên mezin ên cihanê ji vê dagirkeriya Tirk haydarin jî, lê bêdeng dimînin.”

Back to top button