Lîreyê Tirkiye dihele: 1 Dolar 7,78 derbas kir

Lîreyê tirk li pêşberî dolarê Amerîkî û Euro dihele.

Yek dolar 7, 77 derbas kir û euro jî careke din li ser 9’an re ye.

Dolar li dorî saetên şevê yê Tirkiyê di bazaran de, 7.8 bû.

Di saetên siharê de, dolar bi 7,73 despêkir.

Lê bandora faîz ya ku hefteya derbasbûyî Banga Giştî ya tirkiyê girîtî jî bê encam ma.

Hîna negihayî saetên nîvro dolarek 7,78 LT derbas kir.

Euroyek jî 9 LT derbas kir.

Sterlînê Ingiltere jî 10 derbas kir û giha asta 2 pêpilkî.

Sterlînek 10, 009 lt derbas kir.

Aboriya tirkiyê ku ji ber polîtîkayên AKP’ê têk diçe berdêla wê ya herî giran jî civaka tirkiyê ya hejar dide.

Bêkarî û bihabûna pêdiviyên jiyanî rewşa li welat nav hev xistiye.

Back to top button