Şehîd Hesen Belek li goristana Ş. Dicle ya Kobanê hat veşartin

Li goristana Ş.Diclê a Kobanê, duh cenazeyê şervanê QSD’ê Hesen Şahîn bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Hesen Şahîn bi nasnav Hesen Belek, li herêma Sirîn dema ku erka xwe bi cih danî, şehîd bû.

Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û tevgera jinan li herêma Firatê hatin kirin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xewestin û soza şopandina xeta şehîdan hat dubarekirin.

Gerîlayê HPG’ê Xelîl Qewas bi nasnav Hebûn Girê Spî yê li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû, hate bîranîn.

Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel di nava sloganên dilsoziya bi şehîdan re, şehîd Hesen spartin axê.

Back to top button