Ermenistanê banga destwerdanê li Dadgeha Ewropî kir

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, li herêma Qerebax a bi nakok, bo roja sisyan dewam dike. Ji bo vê yekê, îro Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, civîneke awarte li dar dixe. Ermenistanê jî daxwaz ji Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan kiriye ku li dijî Azerbeycanê, destwerdanê bike. Dewleta Tirk jî, çeteyên Sûrî ji bakurê Sûriyê dişîne Azerbeycanê.

Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, îro ji bo şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, civîneke awarte li dar dixe.

Hikumeta Ermenistanê, duh Duşemê, bang li Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan kir ku yekser destwerdanê li dijî Azerbeycanê bike.

Dadgeha Ewropî jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikumeta Ermenistanê ji wan xwestiye ku hikumeta Azerbeycanê agahdar bike, êrîşên xwe li dijî herêmên sivîlan ên li nêzî eniyên şer, rawestîne.

Li gorî bîlançoya herî dawî ku duh hatibû ragihandin, heta niha 68 kes di vî şerî de hatine kuştin û metirsiya derketina şerekî vekirî di navbera her du aliyan de heye.

Şerê di navbera her du aliyan de, ji aliyê dewleta Tirk ve tê gurrkirin ku Enqere bi awayekî eşkere, piştgiriya xwe ji bo Azerbeycanê, nîşan dide.

Ajansa Reutersê, li ser zimanê du çeteyên Sûrî ragihand, ku Tikriye Çeteyên Sûrî, ji bo şerê li dijî Ermenistanê, dişîne Azerbeycanê.

Her du çeteyan teqez kir ku ew niha xwe amade dikin, da ku bi rêya Enqere biçin Azerbeycanê.

Di heman çarçoveyê de, îro parlementera Ermen Lîlêt Makonts li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku welatê wê, bijardeya pêkanîna koalîsyoneke leşkerî-siyasî bi herêma Qerebaxê re, lêkolîn dike.

Berî niha, Serokwezîrê Azerbeycanê Nîcol Başinyan ragihandibû, ku welatê wî, naskirina serxwebûna Qerebaxê, nîqaş dike.

Herêma Qerebax, sala 1991, piştî şerê bi Azerbeycanê re, serxwebûna xwe ragihand, lê ji aliyê ti dewletên cîhanê ve nehat naskirin.

Back to top button