Şêniyên Qamişlo ji ber buhabûna derman bi gazin in

Nirxên dermanan li dermanxaneyan ji hev cuda ne. Şênî bang li aliyên têkildar dikin ku nirxên dermanan kontrol bikin. Li ser vê, Hevserokê Yekîtiya Dermansazan diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye da ku dermanxaneyan bişopîne û nirxên dermanan kontrol bike. 

Li kêleka buhabûna nirxên madeyên sereke, pêwîstiyên tenduristiyê û deman jî buha bûne..

Şênî, li kêleka êşa xwe zehmetiyên buhabûna dermanan jî dikşînin.

Lê di rastiya vê pirsgirêkê de, hin dermansaz ne li gorî buhayê ku Yekîtiya Dermansazan diyar kirine, dermanan difroşin.

Şênî dibêjin; dermanxane bûne wekî dikanên bazirganiyê…..

Şêniyê bi navê Mehmûd Sifûk ê ji Qamişloyê nerazîbûn nîşanî kesybaziya hin dermansazan û buhabûna nirxê dermanan wiha nîşan da.

Dr. Xalid Dawud: Wê komîteyek dermanxaneyan bişopîne

Ji bo bersiva vê yekê jî, Hevserokê Yekîtiya Dermansazan a bajarê Qamişlo Dr. Xalid Dawud sedema newekheviya nirxê derman spart dermansaz ku karê xwe baş bi rê ve nabin.

Dr. Dawud diyar kir ku di Yekîtiya Dermansazan de komîteya çavdêrî û kontrolkirinê ji bo çavdêriya xebatê dermanxaneyan erkdar kirine.

Back to top button