
Dibistana kampa koçberên Girê Spî ji ber hejmara xwendekaran a zêde, banga alîkariyê dike.
Nûnerê dibisana kampê Marûf Şêx Salih diyar kir ku hejmara xwendekaran li kampê 3 qatan zêde bûye.
Şêx Salih destnîşan kir ku herî kêm pêwîstî bi 35 konên din heye.
Şêx Salih eşkere kir ku Rêveberiya Sivîl a Reqayê 30 mamoste ji hemû branşan erkdar kirine û li kampê bi cih bûne.
Li gorî Rêveberiya Kampê, hejmara zarokên ku ji hêla temenê qanûnî ve destûr tê dayîn ew bikevin dibistanan, nêzî hezar û 500 zarokî ye.
Rêveberiya Dibistanê bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku destekê bidin dibistanê da ku perwerde bi ser keve.