Li gel firîna balafirên Rûsî Li başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê careke din dest bi êrîşan kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro vê sibehê hêzên hikumetê û çeteyan deverên hev li gundên Cebel El-Zawiyê û gundên Kefer Nûbil û Hezarîn ên başûrê Idllibê topbaran kirin.
Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku hêzên hikumetê topbarana xwe li ser deverên El-Fitêra, Kensefera, Sifûhin û Filêfil berdewam dike.
Dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin
Li aliyeke din jî, Çavdêriya Sûrî da xuyakirin ku dewleta Tirk duh 25 maşîneyên leşkerî, barhilgir û madeyên lojistîk di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.
Bi vê yekê, jimara maşîneyên ku dewleta Tirk heta niha li Idlibê bi cih kirine dibe 6 hezar û 555.