Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.
Heta niha ti agahî der barê encama bombebaranê de bi dest neketine.
Danê sibehê jî, balafirên Tirkiyê gundên Gewrezîn û Bolê yên herêma Biradostê bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê, ziyaneke mezin gihîştiye bax û baxçeyên sivîlan.
Dewleta Tirk rojane deverên Başûrê Kurdistanê top û bome dike, hikûmeta herêmê jî, bêdengiya xwe didomîne.