Çeteyan li Girê Spî girên Dehlîz û Heşîşa wêran kirin.

Çeteyan girên dehliz û heşîşa yên şûnwarî yên li herêma GirêSpî ya dagirkirî, wêran kirin.

Li herêma GirêSpî ya dagirkirî, çeteyan girê Dehlîz ê şûnwarî yê bi 30 kîlometre dûrî bajarokê Silokê wêran kir.

Li gorî nûçeya ANAH’ê, bi hinceta avakirina nuqteya leşkerî li ser gir ew gir hat kolandin.

Çeteyan girê Heşîşa yê şûnwarî yê 25 kîlometre dûrî bajarokê Silokê ye talan û wêran kir.

Back to top button