Gerîla TV dimenê çalakiya kuştina 5 leşkerên Tirk a li Heftenînê weşand

Yek ji hêza sereke ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk bêdeng namêne, gerîlayên HPG’ê ne. HPG bi çalakiyan, derb li ser derbê li artêşa tirk a dagirker dide.

Di çalakiya HPG’ê ya 17’ê Îlonê ku li Heftenînê pêk anîbû de 5 dagirker hatibûn kuştin. Gerîla Tv jî dimenê çalakiyê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî bi raya giştî re parve kiribû.

17’ê Îlonê li Girê Kato Sulê yê qada Bektorya ya herêma Heftanînê, çepereke artêşa Tirk a dagirker bû hedefa gerîlayan.

Di encamê de çeper hat rûxandin, 5 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê birin.

Back to top button