Meclisa Jinan a HDP: Em ê AKP-MHP’ê ji deshildatdariyê bixînin

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da û destnîşan kir ku heta rejîma AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê bixînin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Meclîsê ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir. Her wiha li Çewlik û Mersînê êrîşên ser HDP’ê hatin şermezarkirin.

Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan a têkildarî êrişên qirkirina siyasî û endamên Koma Jinê ya Parlamentê li navenda giştî ya partiya xwe a Enqerê daxuyaniyek dan.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Hevseroka Giştî ya DBP’ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev hevalên me yên jin, ekolojist, akademîsyen, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna jinên kurd bireve dibin.

Yanî ev hevalên me nûnertiya pirrengiya HDP’ê dikin.”

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ev êrîşa li dijî HDP’ê di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye.

Başaran destnîşan kir ku ev êrîş ji navendekê tên birêve birin û got, ew bawer dikin ku siyaseta serdest a zilam, teqez wê winda bike.”

Li Çewlîk û Mersînê piştevaniya ji bo HDP’ê

Her wiha Çewlîk û Mêrsînê jî çalakiyên piştevaniya bi HDP’ê re hebû.

Li Mersînê serê sibehê polîsan avêtibû ser malan û Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik binçav kiribû.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li ber avhaiya bajêr binçavkirina Şofer û Karabiyik şermezar kir.

Li Çewlikê, li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr bi çalakiya rûniştinê êrişên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Hevserokê Rêxistina Rêxistina HDP’ê ya Çewlikê Veysî Kaya operasyona qirkirina siyasî şermezar kir û got,

HDP gel e û nayê bêdengkirin.”

Back to top button