Pervîn Bûldan: Berpirsê çalakiyên Kobanê AKP’ê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo piştevaniya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di binçavan de ye bi xelkê Qersê re civiya.

Bûldan diyar kir ku berpirsiyariyê çalakiyên Kobanê AKP ye û got: Bîlgen ji bilî xizmeta ji bo gel sûcek din nekiriye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê bi boneya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin, çûn serdana xelkê Qersê.

Pervîn Bûldan li Balafirgeha Qersê ji aliyê rêveberên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin û pişt re derbasî avahiya HDP’ê bûn.

Bûldan di axaftina xwe ya li ber avahiya partiya xwe de diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina binçavkirina Bîlgen û armanca piştevaniya xelkê Qersê hatine bajêr û dema ew hatine bi astengkiyan re hevrû mane.

Em hatine vir ku xwedî li vîna gelê Qersê derkevin.

Em li dijî desteserkirna destekftiyên gel ku bi hezar ked û têkoşînê hatine vir.

HDP her tim mezin bû û bi hêz bû.

Wê ev sepanên we jî bêtir hêz bide me û em ê bêtir mezin bibin.”

Bûldan da zanîn ku wê Ayhan Bîlgen di demek nêz de vegere Qersê û ev tişt anî ziman:

Şaredariya Qersê neket û wê nekeve.

Çawa ku tevî hemû zextan û êrişan HDP neket û her ku çû bi hêz bû, Şaredariya Qersê jî wê di şexsê hevşaredarên me de xizmeta xwe bidomîne.

Pervîn Bûldan: AKP her winda dike ruyê xwe yê êrîşkar nîşan dide

Bûldan destnîşan kir ku AKP her winda dike “rûyê xwe êrişkar nîşan dide” û wiha domand:

Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP bi xwe ye.

Hevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bîlgen û yên din werin sûcdarkirin.

Heta em li ser vê axê aştî, edalet û demokrasiyê tesîs bikin wê ev têkoşîna me bidome.”

Pervîn Bûldan: Sûcek Bîlgen hebe jî ew jî xizmet e 

Bûldan destnîşan kir ku tu sûcek Bîlgen nîne û wiha bidawî kir.

Ayhan Bîlgen ji bilî xizmetê û alîkariya vî gelî tu sûcek din nekiriye.

Ji bilî ku dizî û bêrêbaziyên li şaredariyê hatine kirin û raxistiye ber çavan tiştek din nekiriye.

Ayhan Bîlgen îro li Qersê rêyek nû vekiriye.

Ev rêya hatiye vekirin rêya ku ji bilî HDP’ê li Qersê nikare qezenc bike ye.”

Bûldan piştî axaftinê li gel rêveberên partiya xwe serdana dikandar û Şaredariya Qersê kir.

Back to top button