Lîreya Tirkî gaveke din paşde avêt

Her ku diçe lîreya Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî nirxê xwe wenda dike.

Roja Duşemê lîreya Tirkî beramberî dolar gihîşt 7,81

îro roja Sêşemê lîreya Tirkî li beramberî dolar gaveke din paş de avêt.

Nirxê lîreya Tirkî li beramberî dolar gihîştiye 7, 8450

Ji ber nakokiyên di navbera Azerbeyacan û Ermenistanê de li herêma Qoqazê lîreya Tirkî bêtir nirxê xwe wenda dike

Karsaz bandora nakokiyên li Qoqazê dinirxînin û li benda programa aborî ya nû ku wê wezîrê darayî Beraet Albeyreq ragihîne.

Ji destpêka salê ve lîreya Tirkî ji tirsa bidawîbûna yedekên pereyên biyanî li Tirkiyê bi rêjeya 24% daketiye.

Back to top button