Konseya Ewlekariyê ya NY banga bilez rawestandina şer li herêma Qerebaxê kir.
Piştî civîna awarte ya Konseyê ku ji bo şerê Ermenistan û Azerbeycanê li dar xistibû, duh daxuyaniyek da û tê de bi erêkirina hemû endaman banga rawestandina şer hat kirin.
Endamên Konseyê anî ziman ku divê bilez û bêyî derengî danûstandinên avaker dest pê bikin.
Ji Yekşemê de, Ermenistan û Azerbeycan ji bo herêma Qerebaxê ya binakok pev diçinin.