Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 121 kesên din bi Corona ketin

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 121 kesên din bi vîrûsê ketin.

Desteyê diyar kir ku kesên pêketî

21 li Qamişlo, 20 li Hesekê, 6 li Amûdê, 45 li Reqa, 8 li Kobanê,
15 li Minbic û 6 jî li Tebqa ne.

Desteyê her wiha eşkere kir ku 2 zilam ji bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, jimara bêketiyan li herêmê dibe hezar û 618 kes, ji wan heta niha 64 kes jiyana xwe ji dest daye û 429 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Back to top button