Tevî bangên navdewletî Ermenistan û Azerbeycan destpêkirina danûstandinan red dikin

Tevî hemû bangên navdewletî yên rawestandina şer, Ermenistan û Azerbeycan, destpêkirina danûstandinan red dikin. Serokwezîrê Ermenistanê eşkere kir ku berpirsyarin payebilind ên leşkerî yên Tirk niha li Azerbeycanê ne û operasyonên leşkerî bi rê ve dibin. Rûsya jî dibêje, rola Tikriye di gurrkirina vî şerî de, payînkirî bû.

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de dewam dike, her du alî bangên navdewletî ji bo rawestandina şer û destpêkirina danûstandinan red dikin.

Wezîrê derve yê Ermenistanê Nicol Başinyan ragihand ku berpirsyarin payebilind ên leşkerî yên Tirk niha li Azerbeycanê ne û operasyonên leşkerî bi rê ve dibin.

Başinyan, ji radyoya BBC re eşkere kir ku hêzên Azerbeycanê duh, gund û bajarokin li Qerebax û hin li hindirê Ermenistanê jî topbaran kirin û di encamê de bi dehan leşker û sivîl hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

Werzareta Parastinê ya Ermenistanê jî duh teqez kir ku firokeyeke Tirkî ya F-16, firokeyeke Ermenistanê ya Soxoy 25 anî xwarê û di encamê de, pîlotê wê hat kuştin, lê Tirkiye û Azerbeycanê ev nûçe red kir.

Her wiha duh hikuemta Azerbeycanê ragihand ku 12 sivîlên Azerî bi topên Ermenistanê hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku hêzên wan pergaleke mûşekên S-300 a Ermenistanê rûxand.

Ev şerê han hişt duh Konseya Ewlekariyê ya NY civîneke awarte li dar bixe.

Konseyê, bi erêkirina hemû endaman, banga lezgîn a rawestandina şer, li her du aliyan kir.

Ji aliyê xwe ve, Rûsya bang li her duwan kir ku şer rawestînin û vegerin danûstandinan û li ser zimanê berdevka wezareta xwe ya derve Maria Zaxarofa diyar kir ku rola Tirkiye di vî şerî de, payînkirî bû.

Tê zanîn, gelek caran berpirsên Tirk eşkere ragihandibû ku ew destekê didin Azerbeycan li dijî Ermenistanê, her wiha dewleta Tirk çeteyan ji Bakurê Sûrî vedughêze Azerbeycanê.

Di heman demê de, li paytexta Fransa Parîsê, bi banga Federasyona Komeleyên Ermenan, êrîşên Azerbaycanê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Ermenistanê, hatin şermezarkirin.

Back to top button