Servet Tûrgût ê ji hêlîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da

Servet Tûrgût ê ku artêşa Tirk ew ji helîkoptêrê avêtibû, jiyana xwe ji dest da.

Servet Tûrgût piştî 20 rojan ku di vênêrîna awarte de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Di 11’ê Îlonê de, dewleta Tirk li herêma di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de, Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kirin.

Piştî du rojan, herdu li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hatin dîtin.

Di raporên nexweşxaneyê de, derketibû holê ku Tûrgût û Şîban ji helîkoptêrê hatine avêtin û êşkence li wan hatibû kirin.

Back to top button