Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Amerîka bang li Yûnanistan û Tirkiyê kir ku bi diyalogê aloziya li rojhilatê deryaya Spî çareser bikin.
Mike Pompeo da xuyakirin ku Amerîka piştgiriyê dide danûstandinên her du aliyan û li ser xurtkirina têkiliyên leşkerî digel Ewropa û Yûnanistanê kar dikin.
Pompeo got:
“Ji bo sarkirina aloziya der barê sînorên deryayî û mafên Tirkiye û Yûnanistanê yên derxistina enerjiyê de, em ê desthilata xwe ya dîplomatîk û leşkerî bi kar bînin.”
Tê payîn, vê hefteyê YE cezakirina Tirkiyê nîqaş bike.