Li Dêrik piştî serkeftina projeyê, wê cureyên dîtir jî bên çandin

Projeya li gundê Gir kendal ê herêma Koçerat a Dêrikê, tevî ku nû hatiye destpêkirin, berhemeke baş da.
Piştî serkeftina wê projeyê, niha Komîteya Aborî ya Jinan, berfirehkirina projeyê lêkolîn dike.

Di vê projeyê de, kartol, pîvaz, sîr, miloxiyê, bacanên sor û reş û îsot hatin çandin.

Niha jî lêkolîn li ser firehkirina projeyê bi rêya çandina cureyên dîtir ên sebzeyan, tê kirin.

Çavdêrên li ser projeyê disekinin, diyar kir ku serkeftina projeyê piştî peydakirina pêdiviyên herêmê pêk hat.

Çavdêran da zanîn ku Komîteya Aborî ya Jinan wê projeyên mîna vê li gundên dîtir jî pêk bînin.

Back to top button