Li dijî baregeheke Amerîkî li Hewlêrê êrîşek bi mûşek pêk hat

Li dijî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzî balafirgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê, êrîş pêk hat.

Ajansa Dijî-Teror a Başûrê Kurdistanê teqez kir ku Hêzên Heşda Şabî 6 mûşek ber bi balafirxaneya Hewlêrê ve avêtin.

Li gorî ajansê, ev mûşek ji gundekî Newala Nînewayê hatine avêtin û ji yên katyûşa pêşketîtir in.

Li gorî Kanala Someriya, 3 mûşek hatine avêtin, mûşekek li nêzî avahiya partiyeke dijberî Îranê û ya din li gundekî ketiye, di encamê de, şewat li herêmê rû daye û mûşeka sêyemîn jî hîna nehatiye dîtin.

Back to top button